Koreya Başûr îro Yekşemê 279 pêketinên nû yên korona ragihandin ku ew hejmar ji destpêbûna belavbûna wê vîrusê ya di Adarê de, rêjeya herî bilind e.
Karbidest ditirsin ku belavbûneke nû ya korona dikare li herêma şenîbar ya paytext Seul destpê bike.
Bi ragihandina wan hejmarên nû yên ji alîyê Navendên Koreyî yên jibo Pêşîgirtin û Kontrolkirna Nexweşîyan, hejmara giştî ya pêketinên korona bû 15,318.
Karbidest didine zanîn ku li Koreya Başûr heta niha 305 kes jî jiber wê vîrûsê jîyanên xwe hinda kirine.
Navendên Koreyî yên jibo Pêşîgirtin û Kontrolkirna Nexweşîyan ragihand ku 253 ji bûyerên tûşbênê li herêma metropol ya Seul qewimêne ku dora 26 mîlyoj kes li wê derê dijîn.
Karbidestên saxlemîyê bal dikşînin ku belavbûna korona li wê herêmê girêdayî dêran, navendên lênerîna kal û pîran, xwendingehan, xwaringehan û bi firotinên derî bi derî ne û ew zehmetî dikşînin ku pêşî li belavbûna wê vîrusê bigirin.