Polîsê Danîmarka îro Yekşemê ragihand ku li paytext Kopenhagê li navendeke kirin û firtoninê çend kes bi çekan hatine gulebarankirin û kesek jî hatiye desteser kirin.
Polîs di derbarê desteserkirinê de agahîyên zêdetir neda û negot çend kes birîndar bûne.
Lê, wan ji kesên li hundirê navendê xwestinku li cihê xwe bimînin û li benda alîkariya polîs bin û herwiha ji Danîmarkîyên din jî xwestin ku ji heremê dûr bisekinin.
Polîsê paytext Kopenhagê li ser Twittertê da zanîn ku hêzên ewlekarîyê piştî raporên li ser gulebaranê çûne qada bûyerê û ji mirovan xwest ku dîmen û hûrgulîyên têkildar ji cihê bûyerê bo wan bişînin.
Medyaya xwecihî dîmen weşan din ku tê de xûya dike polîsên bi çekên giran li qada bûyerê ne û herwiha mirov ji nav navendê direvin.
Stranbêjê Brîtanî Harry Styles wê îro danê êvarê li cîheke pir ya nêzî heman navendê konsereke pêşkeş bikira.
Damezranerê konserê Live Nation bi e-mailê ji Reutersê re got ku, konser wê wekî ku hatîye dîyar kirin pêk were, piştî şewirîya bi polîs re û jiber ku nîvê temaşevanan jixwe gehiştine qada konserê.