Rojnamevan Kirkaya Kongreya BDP'ê Şîrove Dike

Piştevanên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) di kongreya partîya xwe de, rengên kesk û sor û zer bilind dikin. Enqere, Îlon, 4, 2011

Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) kongreya xwe ya didoyan li Enqereyê pêk anî. Di kongreyê de, parlamenterê Hakkarîyê Selahattîn Demîrtaş wekî serokê giştî hate hilbijartin.

Di kongreyê da mijara ku herî zêde derket pêş Xweserîya Demokratîk bû û ku ev yek bi fermî di rêziknameya partîyê de hate cîh kirin.

Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DIHA) Kenan Kirkaya li wê kongreyê amade bû û nêrîn û çavdêrîyên xwe ligel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka parve kirin.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin”a jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.