Endamê Civata Nûneran ya Amerîka Alcee Hastings Koça Dawî Kir

Alcee Hastings

Endamê Civata Nûneran ya Amerîkî Alcee Hastings îro Sêşemê koça dawî kir.

Hastings ku 84 salî bû û endamê Partîya Demokrat bû.

Mirina Hastings piranîya partîya Demokratan ya li Civata Nûneran hindiktir kir.

Malpera Hastings ragihand ku dadmendê berê û aktîvîstê mafên sîvîl, 15 doran li Civata Nûneran ya Amerîka de, nûnertîya heremên Fort Lauderdale, Palm Beach û Gola Okeechobee yên eyaleta Florida kiriye.

Wî herî dawî bi % 78.7 dengan kursîya xwe ya Civata Nûneran bi dest xistibû.

Hastings di Rêbendana 2019'an de dabû zanîn ku ev bi nexweşîya pençeşêra pankreasê ketiye û dermankirina wî didome.

Bi mirina Hastings li Civata Nûneran hejmara kursîyên vala derket 6'an ku Demokrat bi 218 beramber 211 kursîyên Komarîyan,beşa jêrîn ya Kongresê kontrol dikin.