Civata Nûneran Dest bi Hewilên Împîçkirina Serok Trump Kir

Qesra Sipî

Civata Nûneran ya Amerîka îro Duşemê bi fermî dest bi hewilên împîçkirina Serokê Amerîka Donald Trump kir.

Demokratên Kongresa Amerîka îro li Civata Nûneran pêşnivîseke biryareke pêşkeş kirin ku bang li Cîgirê Serok Mike Pence û kabîneya federal dike da ku Trump bi sedema ku ew pîvanên seroktîyê bicîh nayne ji kar were dûr xistin.

Piştî ku îro biryarnama piştgirî yekdengî bi dest nexist, dê roja Sêşemê bo qabûlkirinê wê dengdaneke gîştî pêk were.

Hevdem, qanûndaneran nexşerê ye xwe ya alternatîf jî dîyar kirin: heke Pence tevnegere, ewê tenê li gor yek qanûneke împîçkirinê ya bi navê "teşwîqa serhildanê", dê li ser were dengdan, bimeşînin.

Heke derbaz bibe, ewê Trump bike serokê yekê yê Amerîka ku du caran tê darizandin, her çend hîn ne diyar e ku gelo Senato dê deng bide mehkûmkirina wî yan na.

Her du pêşnivîsên biryran jî Trump tawanbar dikin ku wî alîgirên xwe teşwîq kirîye ku ew destwerdana xebatên kongresê yên bo erêkirina serfirazîya serokê hilbijartî Joe Biden bikin.

Qanûnderên Demokrat daxwaz dikin ku Trump bi demûdest karvekişandina xwe ya ji seroktîyê dîyar bike yan jî divê Pence û endamên kabîneyê li got qanûna 25'an ya bingehîn bikar bînin da ku Trump ji kar dûr bixin.

Di vê qonaxê de, îhtîmala pêkhatina her du peşnîyaran jî xuya nake, ji ber vê yekê Demokrat bi împîçkirinê peyvajoyê rêve dibin, ku dibe ku herî zûtirn roja Çarşemê li Civata Nûneran hejmara dengên ku pêwist e bigire.