Kongres Vetoya Trump ya ser Budçeya Berevanîyê Hilweşand

Civata Senatoran ya Amerîkî îro Înê vetoya Serokê Amerîka Donald Trump ya bernivîsa jibo budçeya berevanîyê pûç kir.

Civata Senatoran bi 81 beramber 13 dengan Qanûna Destûrdana Berevanîya Netewî (NDAA) ya bi buhayê 741 mîlyar dolaran pejirand.

Civata Nûneran jî bi 322 beramber 87 dengan bernivîsa NDAA pejirandibû.

Piştî erêkirina her du civatên Kongresê, NDAA wê bi fermî bibe qanûn.

Trump bernivîsa ser budçeya berevanîyê hefteya borî veto kiribû û gotibû ku ger ew bernivîs were pejirandin ewê li gor berjewendîyên Çînê be.

Hêjayî bîrxistinê ye ku cara yekê ye ku vetoya Trump ji alîyê Kiongresê ve tê hilweşandin. Trump berê 8 bernivîs veto kiribûn, lê ji her du civatên Kongresê jî dengên pêdivî derneketibûn ku vetoyên wî werin pûç kirin.