Jinên Sûrî li Helebê Çareserîya Siberoja Welatê Xwe Gotûbêj Kir

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî panelek bi sernavê Jin û Guhertina Demokratîk li Sûrîyê, pêk anî.

Panel li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê ku piranîya rûniştvanên wê Kurd in, bi rê ve çû û 55 jinên ji pêkhatî û deverên Sûrîyê yên cuda amade bûn.

Jinên beşdar di nava 2 rojan de rola jinê ya di pêvajoya çareserîya krîza Sûrî de nîqaş kir.

Leyla Xalid

Seroka Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Leyla Xalid got ku di şerê Sûrîyê de jin herî zêde bûn qurbanî û rastî zerarên mezin hatin, loma wan xwest ku jin werin cem hev û çareserîyê li gor nêrîn û hizira xwe gotûbêj bikin.

Di roja yekê ya panelê de nîqaş li ser Nasnameya Netewî ya Sûrî hate kirin.

Hevseroka Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Emîne Omer got ku ji dema damezrandina dewleta Sûrîyê de nasnameyke netewî ya giştî çênebûye, sedema wê jî rejîma Baas e.

Emîne Omer

“Divê nasnameya giştî, di serî de jî nasnameya jinê, hemî nasnameyên din di nav xwe de bigire û qebûl bike, ne ku wan înkar bike. Herwiha jibo pêvajoya çareserîya sîyasî û dawîkirina dagîrkerîyê divê xebat were kirin”

Di roja panelê ya diduyê de mijara guhertina demokratîk û sîstema nenavendî bûye rojeva nîqaşan.

Endama ofîsa jinê ya MSDê Menal Hec Elî got ku guhertina demokratîk û avakirina Sûrîyeke nevavendî take rêya çaresrîya alozîya Sûrîyê ye.

Menal Hec Elî

Wê herwiha got ku divê rola jinê neyê paşguh kirin û di vê pêvajoyê de pêşengtîya jina Kurd dikare bibe mînakeke serketî.

“Eger jin bi rola xwe ranebe her tişt wê qels bimîne, herwiha aştî û ewlehî bi cîh nabe, loma azadîya jinê û bihêzkirina wê pir girîng e. Jixwe ezmûna jina Kurd û pêşengîya wê, îro li ser asta cîhanê bûye nimûne.”

Hêjayî gotinê ye ku Revebirîya Xweser, MSD û hin sazîyên sivîl çendîn komcivîn û semînar jibo niqaşa derfetên çareserîya krîza Sûrî pêk tînin.

Li gor rêber û rêvebirên sîyasî li herêmê ew dixwazin ev çalakî bibin delîve jibo darxistina kongreyeke netewî ku hêz û kesîtîyên Sûrî yên demokratîk tê de li ser nexşerêya siberoja vî welatî li hev bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_10_30_2022_Rola_Jinê_Çareserî_Sûrîyê