Rêvebirîya demkî ya Sûrîyê komîteya amadekar ya Kongreya Dîyaloga Netewî ragihand ku ji 5 mêr û 2 jinan pêk tê. Hemî endamên komîteyê Ereb in, 6 ji wan Sunnî ne û tenê yek jin Krîstîyan e.
Endamên komîteyê ev in: Hesen el-Dixêm, Mahir Elûş, Mihemed Misetet, Mustefa el-Mûsa, Yûsif el-Hecir, Hind Qebewat û Huda el-Atasî.
Parêzer Adil El-Hadî, ku ji Suweyda ye, derbarê dîyarkirina vê komîteyê ji Dengê Amerîka re got ku ew komîte ne li gor hêvîyan bû.
"Hemî pêkhateyên gelê Sûrîyê ji başdarîya vê komîteya amdekar hatine dûrxistin. Emê çi ji komîteyeke wisa hêvî bikin. Ne ji Suweyda, ne Kurd, ne Elewî, ne jî Îsmaîlî, û … hwd di nav de tunene".
El-Hadî ku ji pêkhateya Durzî ye, herwiha îdîa kir ku zanîna endamên vê komîteyê bi hemî herêmên Sûrîyê tuneye ku bizanin divê kî di kongreyê de hebe û nûnertîya vîna gel bike.
"Em bawer nakin ku ev komîte wê tiştekî girîng pêşkêş bike yan nûnertîya rast ji tevahîya pêkhateyên Sûrîyê re bike. Divê Dîyaloga Netewî armancên Sûrîyan pêk bîne. Û divê Sûrîye cîhê guncaw di nava welatên demokratîk de bigire," El-Hadî got.
Çend endamên komîteya amadekar ya Kongreya Dîyaloga Netewî roja Pêncşemê bi preskonfranseke li Şamê da zanîn ku dema darxistina kongreyê, hejmara beşdaran û mijarên ku bibin rojev, jibo niqaşa giştî tên hêştin.
Di wê preskonfransê de hat gotin ku ti kes li ser bingeha ol, pêkhate yan etnîkê jibo kongreya dîyalogê nayê vexwendin. Herwiha Hêzên Sûrîya Demokratîk jî ji ber ku çekan hildigire, wê neyê vexwendin.
Şîrovekarê sîyasî yê Kurd Nûredîn Omer li ser destnîşankirina komîteya amadekar ya kongreya dîyaloga netewî dibêje ku komîte yekrengî ye û nûnertîya giş pêkhateyên Sûrîyê nake.
Omer herwiha dibîne ku tevî ev komîte yekrengî ye, divê Kurd danûstandinê pê re bikin da ku helwesta wê ji Kurdan zanibin û li gor vê yekê tevbigerin.
"Ya herî girîng jibo Kurdan ku yekhelwest û yekdeng bin li beramberî vê komîteya hatiye çêkirin, yekrêzîya Kurdî hêza wan e. Divê nûnerên Kurd yên rastî ku nûnertîya tevahîya herêmê dikin başdar bibin," Omer got.
Serokê demkî yê rêvebirîya veguhêz ya Sûrîyê, Ehmed El-Şeraa di hevpeyvîneke xwe de dîyar kiribû ku ewê danazaneke destûrî ragihînin û komîteyekê jibo bijartina meclîseke qanûndanînê jî çêkin.
Your browser doesn’t support HTML5
NR_02_13_2025_Komiteya_Diyaloge