Dayîka Sûrî Ya Penaber Û Sê Zarokên Wê li Lubnanê bi Dûmana Komirê Dimirin

Zarokên Sûrî yên penaber li herêma Bekaa li Lubnanê

Li başûrê Lubnanê 4 Sûriyên ku penaberin li başûrê welat, dema ku bo germikirinê di zivistana sar de komir bikar anî jiber dûkel û gaza komirê jiyana xwe ji dest dan.

Karbidestekê tîma rizgarkirinê ya Lubnanî dibêje ku, dayikek û sê zarokên wê di xewê de mirin piştî ku dûmana jehrîn ji komirê derket, ya jibo gerim kirinê anî bûn di odeya xwe de li gundekî li başûrê Lubnanê.

Rayedar dibêje termên wan hatine veguhastin bo nexweşxanekê û mirina wan hatiye ragihandin.

Berpirsekê nexweşxaneyê got, dayika 31 salî û zarokên wê yên 8, 7 û 4 salî ji ber dûmana jehrîn mirine. Lubnan, welatekî ku 6 milyon kes lê dijîn, lê 1.5 milyon Sûriyên ku ji ber şerê navxweyî yê deh salan ji welatê xwe reviyan e li wê derê dijîn. Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku 90% ji malên penaberên Sûrî di nav xizaniyek giran de û herwiha ew gelek caran li kampên xizan û di malên bêserûber da dijîn.

Ji ber ku Lubnan bi qeyranek aborî ya nedîtî re rûbirû ye, xizanî hem ji bo Lubnanîyan û hem jî bo Sûriyên penaber kûrtir bûye.