Hin Komarî Bang li Trump Dikin ku Paketa Alîkarîyê Bipejirîne

Senator^Komarî Pat Toomey

Senatorê Komarî Pat Toomey di bernameya Fox News Sunday de bang li Serok Donald Trump kir ku bernivîsa 2,3 trîlyon dolarî bipejirîne.

Kongresê paketa 900 mîlyar dolarî ya bo zararên vîrusa korona tevî budçeya federal ya 1,4 trîlyon dolarî erê kiribû, lê Trump ew îmza nekir.

Trump alîkarîya rastexwe ya bo hemwelatîyan ya 600 dolarî kêm dîtîbû û gotibû ku divê ew 2000 dolar be.

Toomey dîyar kir ku ew helwesta Trump fehm dike, lê Kongres dikare paşê ser alîkarîyên pirtir danûstandinê bike.

‘’Ger tu serokê Amerîka bî jî tu nikarî her tiştê ku tu dixwazî bistînî.’’ Toomey got.

Endamê Civata Nûneran Adam Kinziger dîyar kir ku ew fehm nake ku Trump bo çi paketa alîkarîyê îmza nake.

Jiber îmzanekirina Trump, 14 mîlyon Amerîkîyên ku alîkarîya bêkarîyê distînin dê bi awayekî demkî wê alîkarîyê nestînin û ger heta roja Sêşemê budçeyeke demkî neyê pejirandin hin beşên hikûmetê dê werin girtin.

Bi girtina hin beşên hikûmetê re bo mûçeyên bi mîlyonan karmendên federal dê rîsk çêbin.

Senatorê serbixwe Bernie Sanders jî got ku helwesta Trump ‘’dilhişkî’’ ye.Sanders dîyar kir ku gelek kes bi êşan re rûbirû mane.

Trump bo betlaneya Noelê li Florîda ye û wî roja Yekşemê golf lîst.