Kolombîya bi ELN re Danûstandinên Aştîyê Disekinîne

Serokê Kolombîya Gustavo Petro îro Înê ji X’ê ragihand ku danûstandinên aştîyê yên bi Artêşa Rizgarîya Neteweyî (ELN) re hatine sekinandin.

Petro berî sekinandina danûstandinên aştîyê ragihîne, ELN bi sûcên şer tawanbar kir.

‘’Peyvajoya dîyalogê ya bi ELN re hatiye sekinandin, ew kom jibo aştîyê ti îradeyê nîşan nade.’’

Çekdarên ELN do Pêncşemê bi kêmî ve 5 serhildayên berê yên FARC’ê kuştin ku wan sala 2016’an di peymana aştîyê de cîh girtibû.

Wê komê êrîş birin ser EMC ku ew jî komeke muxalîf ya FARC ye û bi hikûmetê re danûstandinên aştîyê dike.

Danûstandinên aştîyê yên ELN û hikûmetê sala 2022’yan jinûve destpê kiribûn, lê derb li wan danûstandinan ket.

ELN meha Îlonê li nêzî sînorê Venezuela bi peqînkaran êrîş li dar xistibûn û di encamê de 2 leşker hatibûn kuştin û 29 leşkerên din jî birîndar bûbûn.

Piştî wê bûyerê hikûmetê danûstandina bi ELN re sekinandibû.

ELN çalakîyên wek revandina mirovan, peqandina xetên petrolê û êrîşên dijî hêzên ewlekarîyê domandin.

Hikûmetê li rojavayê başûrê welêt bi komeke ji ELN qetîyayî re dest bi danûstandinên cihê kir û hevdîtinên bi ELN re bi tevahî sekinîn.

Jêder: Reuters