Karbidestên Almanî dibêjin, di du êrîşên cihê yên çeteyan de 2 Pakistanî û 1 Sûrî li bajarê Koln ya Almanya birîndar bûn.
Polîs dibêjin, komeke ku ji 20 kesan pêk tê, derengîya Duşemê êrîşî 6 Pakistanî kirin û rewşa 2 ji wan giran e.
Piştî demeke kin, komeke din êrîşî zilamekî Sûrî kir û ew birîndar kir.
Roja Şemîyê jî endamên tevgera PEGIDA ya dijî Îslamê li Kolnê xwepêşandanek pêk anî, lê polîsan ew xwepêşandan asteng kiribû.
Hêjayî balkişandinê ye li heman bajarî nêzîkî 500 jin, di dema pîrozbahîyên sersalê de, rastî êrîşên seksî hatibûn.
Ji wê roja heta niha girjî û alozî li Kolnê heye û polîs dibêjin vekolîna wan ya bûyerê, li dora penaxwaz û koçberan didome.
Wezareta Navxweyî yê eyaleta North Rhine-Westphalia îro Duşemê ragihand ku hemî kesên ku dijî jinan tawanan kirine, koçber in.