Sekreterê Berê yê Neteweyên Yekgirtî Koça Dawî Dike

Sekreterê Berê yê NY Kofî Anan

Sekreterê giştî yê berê yê Neteweyên Yekgirtî Kofî Anan îro Şemiyê koça dawî kir.

Malbata Anan û rêxistina wî di daxuyaniyekê de li ser Twitterê ragihand ku wî piştî nexweşiyeke kurt, bi awakî aştiyane koça dawî kir.

Daxuyaniyê Anan da nasîn wek ”Kesyatiya dewletê û navnetewî yê pêgir ê ku li dirêjiya jiyana xwe xebat ji bo cîhaneke dadmend û aştiyane kir. Di karê xwe yê ciyawaz û serkirdayetiya Neteweyên Yekgirtî de, ew lehengê aştiyê, pêşveçûna berdewam, mafên mirov û desthilata yaseyê bû.”

Neteweyên Yekgirtî di Twittekê de got:

“Îro, me mirvekî mezin, serkirdeyek û xwedî xewnek jidest da.”

Anan li welatê Ghana jidayîk bû û ew yekem Afrîqî yê reş bû ku serkirdayetiya Neteweyên Yekgirtî kir.

Ew ji sala 1997an de ta 2006an sekreterê Neteweyên Yekgirtî bû.