Li Kobanê hemleya derzikirina vaksîna korona berdewam dike.
Heyva Sor ya Sûrî dibêje ku ew bi vê hemleyê radibin û heta niha 42 vaksîn hatine lêdan û ewê dest bi derzîkirina cara duyê bikin.
Tevî gihîştina vaksînê ji Kobanê re, hîn tûşbûne hene û rojane nexweş tên navenda taybet ya korona.
Endamê rêvebirîya navendê Dr. Mihemed Şemsî ji Dengê Amerîka re got ku di vê mehê de ta niha 33 bûyerên berguman hatin navendê ku ji wan 7 pozîtîf derketin.
Dr. Şemsî herwiha bal kişand ku hin tirsa gel ji vaksînkirinê heye, lê reaksîyonên xirab li cem kesên ku hatine derzi kirin tunene.
“Pêdivî ye gel, taybetî jî kesên temen mezin vaksînê bi kar bîne jiber ku vaksîn tûşbûnê pir kêm dike.”
Hêjayî gotinê ye ku di destpêka Tîrmehê de hejmareke vaksînên korona yên Çînî bi rêya Heyva Sor ya Sûrî giheştibûn Kobanê û li ber e hîn pirtir vaksîn werin herêmê.
Your browser doesn’t support HTML5