Li Kobanê Pêketinên Korona Zêde Dibin

Rûniştvanên Kobanê biryara desteya tendirustî ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ya qedexekirina saxlemîyê kêm dibînin û dibêjin ku bi wan biryaran rê li pêş belavbûna nexweşîya korona nê girtin.

Rûniştvana Kobanê Ahîn Omer dibêje ku wateya vê biryarê tuneye jiber ku xwendingeh, mizgeft û cîhên giştî hîn vekirî ne.

Doktor Arif Alî, ku ew bi xwe jî bi korona ketibû, dide zanîn ku nexweşî li Kobanê pir belav bûye û qedexekirina giştî feyde nake.

“Tiştê girîng ev e ku gel bi biryara rêvebirîyê bawer be û xwe biparêze.”

Hejmara tûşbûyên korona li Kobanê gihîst 300 kesan û herwiha li Bakur û Rojhilata Sûrîyê 4164 bûyerên tûşbûnê hatin tomar kirin.

Di haman demê de, kêmahîyên derman û alavan li navendin karantînê, desteya tendirustî hewil dide ku rê li pêş vê belavbûne bigire, ku 10 rojan dê biryara karantînê berdewam bike