Piştî rûniştineke taybet li parlemana Danîmarka, partîyên sîyasî hevbîr bin ku hikûmet alîkarîya Kobanê bike.
Wezîrê Derve yê Danîmarka Martin Lidegaard got, ewê di warê paqijkirina mayinan û perwerdekirina hemwelatîyan de alîkarîya Kobanê bikin.
Berpirsê Navenda Medya ya PYD li Ewrupa, nivîskar Îbrahîm Îbrahîm ku li Danîmarka dijî, di vê hevpeyvîna Dengê Amerîka de rûniştina taybet ya parlemana Danîmarkî dinirxîne.
“Hemî partîyên Danîmarkî bi yekdengî erê kirin ku hikûmet di jibo paqijkirina mayinan alîkarîya Kobanê bike û alîkarîya sîvîlan bike ku ji Sirûc û cîhên din, bi ewlehî vegerin malên xwe.”
Îbrahîm dide zanîn ku hikûmet hizra alîkarîyên din jî ji Kobanê re dike û sedema serekî ya wê yekê serkeftina Kurdan ya dijî DAIŞ'ê ye.
“Li Danîmarka herkes Kobanê nas dike û şerê YPG û YPJ li dijî DAIŞ dengekî mezin li vê derê veda. Loma jî partîyên sîyasî dilxwaz in ku hikûmet alîkarîya Kobanê bike.”
Îbrahîm dide zanîn ku hikûmeta Danîmarkî ligel Kantona Kobanê di nav peywendîyê de ye û nûnerekî kantonê di demeke nêzîk de serdana Danîmarka dike.
Your browser doesn’t support HTML5