Artêşa Tirk ji roja Pêncşemê ve gelek dever li bakur û rojhilatê Sûrîyê bombebaran û topbaran kirin, tê de herî zêde binesazî û jêrxana aborî bûye armanc.
Li herêma Kobaniyê şeva Înê bi ser Şemîyê ve firokeyên şer yên artêşa Tirk, çend cih li bajêr û gundewaran bombebaran kirin.
Li gor agahîyên hatine bidestxisitn, nexweşxaneya korona li başûrê bajêr, herwiha kargeha boyaxê û embarên hesin û çîmentoyê li gundê Mamîtê yê rojavayê Kobaniyê, hatin armanckirin.
Mehmûd El-Elî rêvebirê kargehê ji Dengê Amerîka re got ku ew kompanîyeke sivîl in, derfeta pêjîyana gelek malbatn bû û berhemên kargeha wan jibo barazarên hemû herêma bakur û rojhilatê Sûrîyê dihate firotin.
Wî herwiha da zanîn ku zirarên wan bi sedan hezar dolar in, “Jiber bombebarana firokeyên Tirkî, kargeha boyaxê û embarên hesin û çîmentoyê, bi temamî hatine rûxandin, avahî, kereste, alav madeyên xav yên tê de, ew giştik hilweşiyan û hatin şewtandin”.
Her di vê derbarê de, Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê roja Şemîyê di civîneke çapemenîyê de got ku êrîşên Tirkîyê rewşa mirovî û jîyanî li herêmê aloztir dike.
Rêvebirîya Xweser got ku armanckirina binesazî û jêrxana aborî weke “sûcên şer” tê zanîn û binpêkirina qanûna navdewletî ye.
Li gor ajansa (ANHA)yê, di 48 demjimêrên borî de, 110 cih li seranserê bakur û rojhilatê Sûrîyê ji alîyê artêşa Tirk ve bi firokeyên cengî, dron û çekên giran, hatine armanckirin.
Di nav cihên hatine armanckirin de nexweşxane, depoyên dexlûdan, stasyonên av, elketrîkê, gaz û petrolê, û herwiha kargehên cuda, hene. Ligor amarên destpêkî zirarên çêbûne bi dehan mîlyonan dolar in.
Herwiha li gor daneyên fermî, di van êrîşan de 15 kesan jîyana xwe ji dest dane, ji wan 8 sivîl in, 6 endamên hêza Asayîşê ne û yek şervanê HSDê ye, û 10 kes birîndar bûne.
Your browser doesn’t support HTML5