Rewşa Saziyên Sivîl li Bajarê Kobaniyê

Rûniştvanên Kobaniyê gilî û gazinan ji nebûn û wîndabûna rola saziyên mirovahî û rêxistinên xizmetgûzarî yên navdewletî dikin.

Ew dibêjin ku herêma Kobaniyê rojane di bin gefên Tirkiyê de dijî û pêwîstî alîkarê ye, nemaze xizmetin ji bo sîklojiya zarokan her wiha koçberên Efrînê û Girê Spî li kobaniyê.

Xelkê deverê dibêje bandora şer li ser kobaniyê ne kêmî parêzgeha Reqayê û Dêrezorê ye, lê rêxistinên nevdewletî û bi taybetî yên Amerîkî pirojeyan tenê li wan deveran pêk tînin.

Farûq Hejî Mostafa, rêvebirê rêxistina Berçav ya azadî û raghandinê, ji Deng Amerîka re sedema nabûna alîkariyan ji bo Kobaniyaşkere dike.

Hêjaye gotinê ye, ku ji bilî pêşkêşkirina xizmetan, hebûna sazî û rêxistinin navdewlatî derfetin kar jî ji bo xelkên deverê dihat peyda kirin, û abûrîya deverê bi hêz dikir, her wiha hebûna wan li deverê aramî di dilê welatiyan de çê dikir.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Mehmûd Balî