Yasir Beyro Ser Rewşa Perwerdeya Kobanê Agahîyan Dide

Piştî çend mehên dijwar yên bi êrîşên qirej, şer, kuştin û koçberî, gelê Kobanê hêdî hêdî vedigerin cîh û warên xwe.

Tevî ku bajêr di rewşeke xirab de be jî û rêvebirîya kantonê hewilên xwe didomîne bajêr nûve ava bike, hemwelatî roj bi roj dizivirin malên xwe.

Bi vegera malbatan, zarokên Kobanî jî çaverê ne ku herin dibistanê û xwendina xwe bikin.

Niha tevî tunebûna derfetan dibistanek li Kobanê hatiye vekirin û şagirt tê de xwendina xwe dikin.

Yasir Beyro, endamê Yekîtîya Mamosteyên Kurd li Kobanê û herwiha endamê desteya perwerdê ya kantonê li ser rewşa perwerdeya bi giştî agahîyan dide.

Boyri dibêje, niha dibistaneke nû li Kobanê vebûye û hejmara xwendekaran jî her roj pirtir dibe.

"Em hewil didin ku dibistanên nû vekin lê derfetên me pir hindik in. Li ser banga me gelek mamoste vedigerin ku dest bi hînkirina zarokan bikin."

Your browser doesn’t support HTML5

Yasir_Beyro_RR