Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Ferhan Haci Îsa, Hevserokê Dadwerîya Giştî yê Kantona Kobanê li ser rewşa bajêr û şerên berdewam agahyên nû dide.
Birêz Îsa dibêje, Dewleta Îslamî careke din bi çekên giran û topan, bê armanc êrîşî Kobanê dike û jîyana sîvîlan davêje rewşeke pir xeter.
"Piştî ku zivistan destpê kir, gelek kesên ser sînor vegerîn Kobanê û di bin şertên dijwar de dijîn. Lê, jiber ku çeteyên DAÎŞ bi çekên giran êrîşê Kobanê dikin rewşa sîvîlan pir xirab e."
Your browser doesn’t support HTML5