Rojnamevan Zekî Şêxo: Êrîşên Ser Kobanê Dijî Hemî Kurdan e

Rojnamevan Zekî Şêxo, di hevpeyvîna Dengê Amerîka de êrîşên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) ya ser herêma Kobanê dinirxîne.

Birêz Şêxo dibêje, jiber ku Kurd sazî û dezgehên xwe ava kirin, ew yek dibe nerazbûna hîn welatên cîran loma jî bi hemî hêza xwe dixwazin destketinên Kurdan tune bikin.

"Kesên ku di qada şer de nikarin YPG'ê têk bibin, li ser navê ola Îslamê êrîşa Kurdan dikin û hewil didin ku aramîya herêmên Kurdan têk bidin."

Şêxo bang li hemî partîyên Kurdan dike û taybetî hî hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqqê dike ku ji hesabên biçûk dûr bisekinin û piştgirîya Kurdên Sûrîyê bikin

"Bila dengê xwe bigehînin xuşk û birayên xwe yên li welêt jiber ku neyarên me gelê Kurd ji xwe re hedef digirin, ne tenê partîyekê."

Şêxo hişyarî dide Kuedna ku eger Kobanê bikeve destê çeteyan hîngê hemî Rojava jî dikeve rewşeke pir xeter.

Your browser doesn’t support HTML5

Zekî_Şêxo_3_27_14_RR