Rexistinên Mafparêz yên Navnetewî Cezayên Doza Kobanê Çawa Dinirxînin?

Jinek wêneyên serokê berê yê girtî yê HDP’ ê Selahattîn Demîrtaş radike.( Arşîv)

Human Rights Watch (HRW) û Projeya Pişetvanîya Doza Mafên Mirovan ya Tirkîyê îro Înê bi daxuyanîyeke ragihandin ku di Doza Kobanê de cezakirinên sîyasetvanên Kurd bi tawanên sextê yên dijî dewletê ji alîyê dadgeha Tirk ve, piştî darizandineke eşkere ya sîyasî û bêdadmend pêk hatiye.

“Biryar piştrast dike ku karbidestên Tirk sîstema dadmendîyê ya tawanan dikin amûr, jibo girtîhiştina sîyasetvanan ya demdirêj bi tawanên bêbingeh û wekî nûnerên hilbijartî wan ji jîyana sîyasî derxînin.”

Di Doza Kobanê ku ev çar sal in didomya de, bi giştî 108 endamên HDP têne darizandin, ku di nav wan de hevserokê berê yên HDP Selahattîn Demîrtaş û li Fîgen Yuksekdag jî hebûn.

Dadgeha Enqerê li Demîrtaş 42 sal û li Fîgen Yuksekdag jî 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî, dema ku li gelek sîyasetvanên din jî cezayên dirêj yên girtîgehê birî.

“Biryara dadgeha Enqerê, ku sîyasetvanên mehkûmkirî gotin ku wê serlêdana pêdaçûnê bikin, gava herî dawî ya kempanya dirêj ya çewsandin û zilmê ye, ku dijî HDP ya alîgirê mafên Kurdan tê meşandin. Zilm ji alîyê hikûmeta Serok Recep Tayyîp Erdogan ve tê rêvebirin, ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya di koalîsyoneke bi Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP), rastgir ya tundrê de, desthilatdar e. “

HRW dîyar kir ku di îdianameya 3 hezar û 530 rûpelî de 4 parvekirinên medyaya civakî yên di 6’ê Cotmeha 2014’an de, yên ji hesabê Twîtterê yê HDP’ê û axaftinên sîyasî yên sîyasetvanan wek delîlên serekî yên tawanbarîyan tên pêşkeş kirin.

"Lê, delîlên dijî wan, mîna ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECtHR) ve jî hat pejirandin, hema hema tenê ji postên medyaya civakî û axaftinên sîyasî yên partîya wan pêk tên."

Di daxuyanîyê de hat gotin ku di tweetên 2014’an de, HDP’ê bang li alîgirên xwe kir ku dorpêçkirina berdewam ya bajarê Kobanê yê Kurdan ji alîyê rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve, protesto bikin.

"Îdianame van tweetan wek sedem nîşan dide ku sîyasetvanên bersûc wek berpirsên rasterast tawanbar bike, ji xwepêşandanên 6-8’ê Cotmeha 2014’an li 32 bajarên Tirkîyê derketin; di pevçûnên tund de herî kêm 37 keş hatin kuştin ku ti carî şert û mercên wan bûyeran nehatin ronî kirin. "

Di daxuyanîyê hat eşkere kirin ku dozgerîyê piştre çend îfadeyên şahidên nepen jî xist nava îdianameyê ku dijî sîyasetvanan tawanbarîyên bêbingeh û giştî bike.

" Xistina van îfadeyên gumanbar nava dosya dozê bi pêyvajoyek kêfî pêk hat ku rêz li mafên bingehîn yên darizandina dadmend yên bersûcan negirt. "

Hugh Williamson ku berpirsê Ewrupa û Asya Navîn li HRW ye jî dubare kir ku di dadgeheke girseyî de, cezakirinên Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û sîyasetvanên din yên serekî yên opozîsyona Kurd, gava herî dawî ya kempeyna givaştin û tirsandinê ye.

“Ev biryar nûnerên bijartî yên hilbijêrên Kurd ceza dike, pêvajoya demokratîk têk dibe û axaftina sîyasî ya qanûnî wek tawan dihesibîne, “ Williamson got.

HRW herwiha got ku biryara di biryara dadgeha Enqerê de jî du biryarên mecbûrî yên ECtHR jî bi awayekî eşkere binpê dike.

“ECtHR’ê di derbarê Demîrtaş de di Berfanbara 2020’an de û di derbarê Yuksekdag û 12 kesên din de jî di Cotmeha 2022’an de biryar da ku girtina wan jiber axaftin û parvekirinên medyaya civakî bi armanca bêdengkirina wan gaveke sîyasî ye. ‘Pirdengîyê diqenikî ne û sînordarkirina azadîya nîqaşên sîyasî ye ku bingeha têgeha civaka demokratîk e.”

ECtHR’ê biryar da ku mafên wan yên azadî, derbirînê û namzetîya hilbijartinê hatine binpêkirin û divê sîyasetvan demûdest werin berdan, rexistinan bi bîr xistin.

“Bûyerên tên îdiakirin ku bingeha girtin û cezakirina Demîrtaş û Yuksekdag pêk tînin, bi giranî wek yên di dozên ECtHR’ê ne, ku jibo girtina wan sedemên têrker nedîtibû . “

Ayşe Bîngol Demîr ku Berpirsa Projeya Piştevanîya Doza Mafên Mirovan ya Tirkîyê ye jî dîyar kir ku cezakirinên Demîrtaş, Yuksekdag û sîyasetvanên din jiber berevanîya sîyasî ya qanûnî jibo mafên Kurdan darbeyek din e.

“Civaka navnetewî niha li ber bijardeyek girîng e: ya wê bêdeng bimîne û rîska hevkarîyê ya di van kiryarên zordar de bigire, yan jî wan red bike û tevdîrên xurt bigire; ku di nav de jibo binpêkirinên bi vî rengî yên giran, destpêkirina kiryarên girêdayê berpirsîyên navnetewî jî hene,“ Demîr got.

Jêder: HRW û Projeya Pişetvanîya Doza Mafên Mirovan ya Tirkîyê