Banga Koalîsyona Navnetewî Ya li Dijî DAIŞ'ê Derbarê Sûrîyê

Dîmeneke ji rewşa xelkê li Sûrîyê

Amerîka û welatên din îro Duşemê di dawîya civîna wezîrên karên dervê yên Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ'ê ya li Roma, daxuyanîyeke hevbeş ragihandin.

Di daxuyanîya hevbeş de welatan banga xwe ya agirbesta demûdest ya li serenserê li Sûrîyê dubare kir.

Hevdem, Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ'ê careke din alîkarîya mirovahî ya bê astengkirin bo welatê ku şeran hilweşandiye, daxwaz kir.

Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê, ku ji bilî 19 welatan ji endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Yekîtîya Ereban pêk tê, di daxuyanîya piştî civîna wezîrên xwe de wiha got "Biryara 2254"an ya Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 2015'an, ya ku pîvanên agirbest û guherîna sîyasî li Sûrîyê derxistîye holê, 'çareserîya yekane' ya alozîya bi dehsalan ya li welêt e.

Hêjayî bal kişandinê ye ku wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Îtalî Luigi Di Maio hevseroktîya civînê kirin.