Raporta KMM Derbarê Binpêkirinên Mafan ji Aliyê Artêşa Tirk Û Grûpên Çekdar

Evîn Cumaa ji Rêveberîy Komeleya Mafê Mirovan li herêma Cizîrê

Komeleya Mafê Mirovan ya Herêma Cizîrê raporteke berfireh derbarê binpêkirinên artêşa Tirkiyê û komên Çekdar yên bi navê (Artêşa Niştmanî Sûrî) li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê belav kir .

Raporta ku ji 43 ê rûpelan pêk tê, di naveroka wê de li gorî komela mafê mirovan ku tawan û kiriyarên şer yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê pêk hatine ji hêla artêşa Tirkiyê û çejdarên bi ser wê ve hatine belge kirin.

Rêveberîy Komeleya Mafê Mirovan li herêma Cizîrê Evîn Cumaa di daxwyanîyeke taybet de bo Dengê Amerîka got ''Tevî ku biryara agirbestê heye di navbera Turkiyê û her du gerantor Rûsî û Amerîkayê lê artêşa Tirkiyê agirbestê binpê dike''.

Li gorî raporê, tawanên şer, kiryarên dijî mirovahiyê,Serjimarên qurbaniyan û rewşa penaperan bi belge û dîrok hatine tomarkirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Evîn Cumaa diyar kir û got ''Bi dehan hemwelatiyên Sûrî hatine girtin û windakirin ji aliyê artêşa Tirk û grûpên çekdar ve û niha li dadgehên Tirkiyê bi awayekî ne rewa têne dadgeh kirin''.

li gorî rapora mafê Mirovan di navbera 9ê Oktobera 2019 û heya 10 Oktobera 2021an 429 sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê mexdûrin ji ber êrîşên artêşa Tirk û çekdarên bi ser wê ve.

Rêvebria Komeleya mafê mirovan daxwaz ji rêxistinên navdewletî kir ku şande û lêkolîneran bişînin deverê da ku rewşê ji nêz ve pişopîn in.

''Em ji rêxistinên navdewletî dixwazin dagirkeriya Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin''

Her wiha banga vekişandina artêşa Tirk û çekdarên girîdayî wê kir ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê. ''da ku derbiderên wan deveran bi aramî vegerin ser mal û milkên xwe'', wê got.

Hêjayî gotnê ye ku êrîş û gefên artêşa Tirkiyê yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê nehatine rawestandin.

Tevî ku her du peymanên17 û 22 Oktobera 2019an yênTirkiyê pabend dikin bi rawestandina operasiyonê û êrîşan li bakur û rojhilatê Sûriyê.

Your browser doesn’t support HTML5

Rapora Qamîşlo 27 10 2021

Kampa Waşokanî Ya Derbiderên Serêkaniyê