Kiliçdaroglu Dibe Berbijarê Hevbeş yê Opozîsyona Tirkîyê

Serokê Partîya Saadet Temel Karamollaoglu îro Duşemê ragihand ku Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartina serokomarîyê de wê bibe berbijarê wan yê hevbeş.

Kiliçdaroglu di axaftina xwe ragihand ku serokên partîyên Tifaqa Milet dê bibin cîgirên serokomar.

‘’Armanca me ya herî mezin ew e ku em Tirkîyê bibin rojên şa û aram. Bi destûra xwedê emê bi hevre serketî bin’’ Kiliçdaroglu got.

Li gor lihevkirina şeş partîyên Hevbendîya Netew, serokên hemî partîyan wê bibin cîgirên seroktîya Tirkîyê.

Di lihevkirinê de heriwha tê gotin ku Serokomar dikare bajarvanên Stenbolê Ekrem Îmamoglu û yê Enqerê Mansur Yavaş wek cîgirên xwe erkdar bike.