Şeva borî çekdarên DAIŞ'ê li gundê Melhe yê girêdayê qeza Dobiz li rojavayê Kerkukê, 8 kes ji malbatekê revandin. Yek ji wan karîye xwe ji destê DAIŞ'ê rizgar bike, lê 7 kesên din yên malbatê, bi destên çekdarên DAIŞ'ê hatine serjê kirin.
Malbata ku ji alîyê DAIŞ'ê ve hatîye armanc girtin, malbata "Ferhan Hemed", efserê polîsê Dobiz e. Ew bi xwe karîye xwe rizgar bike, lê 3 kur û 4 birazayên wî bi destên DAIŞ'ê hatine serbirîn.
Emîd Serhed Qadir, rêvebirê polîsê qeza û nehyeyên Kerkûkê got ku çekdarên DAIŞ'ê di nava çeperên Pêşmerge de bi dizî xwe gihandine gundê Melhe û endamên wê malbatê revandine û paşê jî serjê kirine.
Herwiha, efserê fermanda giştî ya hêzên pêşmergeyên Kakeyî ji Dengê Amerîka re got ku "çeperên pêşmergeyan ji hev dûr in. Hin ji wan 700 metre di navbera wan de heye".
Kakeyî da zanîn ku tiştên ku bo zêrevanîkirina çekdarên DAIŞ'ê pêwîstî pê heye, li ber destê wan tune, jiber wê yekê DAIŞ karîye xwe bigehîne pişt çeperên pêşmergeyan.
Hêjayî balkişandinê ye ku xwevedizîna çekdarên DAIŞ'ê li wê herêmê bo pişt çeperên pêşmerge û revandin û kuştina sîvîlan di demên dawî de zêde bûye.
Berî çend rojan malbateke Kakeyî li başûrê Kerkûke û malbateke Ereb li sînorên Qeretepe, ji alîyê DAIŞ'ê ve hatibûn revandin û kuştin.
Your browser doesn’t support HTML5