Koalîsyona navnetewî hêzeke taybet şand bajarê Kerkûkê û ew li bingeha Keywan ya leşkerî hat bi cîh kirin.
Li gor çavkanîyên pêbawer, armanca hinartina wan hêzan amadekarîne bo qonaxa dahatî û rêgirtina li hember derketina alozî û şer û pevçûnan li sînorên parêzgeha Kerkûkê û qeza Tuz xurmatû ya girêdayî parêzgeha Tîkrîtê ye.
Hêzên Amerîkî û yên hevpeymanan wiha dibînin ku dibe şer û pevçûn li wê herêmê rû bidin. Jibo pêşîgirtina li hember alozîyan her ji niha de, ew hêz hatin şandin da ku di dema pêwîst de bikarin kontrola rewşê bikin.
“Îraqê em bêçek kirine û hêza me li Kerkûkê nemaye. Bi vî awayî her tiştê ew dixwazin dikarin bi rêya çekê encam bidin," endamê Civata parêzgeha Kerkûkê ji fraksîyona Kurdî, Ehmed Askerî got.
Ew dide zanîn ku hêzên ku hatine Keywan, hêzên taybet in û ji yên berê cûda ne, wek hêzên şerker tên xuya dikin.
General Ryan Dillon, berdevkê Koalîsyonê li Bexda ragihand ku çûna hêzên hevpeymanan bo bingeha leşkerî ya Keywan li Kerkûkê, bi hevkarîya hêzên Îraqê re pêk hatiye.
Dillon tekez dike û dibêje ewê hêzên xwe careke din li seranserî Îraqê bi cîh bikin.
Your browser doesn’t support HTML5