Washington Ser Betalbûna Serdana Şandeya Îsraîlî Pir Xeyalşikestî Ye

Qesira Sipî îro Duşemê ragihand ku ew ser betalbûna serdana şandeya Îsraîlê xeyalşikestî ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî Amerîka li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî jibo dengdana ser agirbesta li Gaza bêalî ma serdana şandeya Îsraîlê, ku wê biçûya Washingtonê, betal kir.

Berdevikê Qesira Sipî John Kirby ji rojnamevanan re dîyar kir ku betalbûna serdanê jibo wan xeyalşikestinek e.

Kirby dîyar kir ku wan dikira bi şandeya Îsraîlî re ser alternatîfên jibo operasyona li Refahê danûstandineke berfireh bikira.

Wî got ku karbidestên payabilind yên Amerîkî wê bi Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant re, ku niha li Washingtonê ye, ser rehîneyan, alîkarîya mirovahî û parastina sîvîlên li Refahê biaxifin.

Berdevikê Qesira Sipî dîyar kir ku her çiqas Amerîka li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bêalî maye jî sîyaseta wê neguheriye.

Wî got ku Amerîka dikare fikarên xwe yên ser polîtîkayên Îsraîlê yên li Gaza bibêje.

Kirby dîyar kir ku ew dibêjin ku operasyona li Refahê wê şaşîyeke mezin be û got ku fikra wan ya ser wê mijarê neguherîye.

Jêder: Reuters