Kirby Dibêje Îsraîl bo Armancên Mirovahî Wê Rojane 4 Saet Navber Bide Operasyonan

Berdevikê Qesra Sipî John Kirby îro Pêncşemê ragihand ku Îsraîl qebûl kiriye ku êrîşên xwe yên li bakurê Gaza rojane jibo çar saetan rawestîne.

Ev nîşana yekê ye navberdayîna şerê Îsraîl û Hamasê ye ku di zêdetirî mehekê de bûye sedema mirina bi hezaran û metirsîya pevçûneke herêmî.

Kirby yê ku hevdem ku berdevikê ewlehîya neteweyî ya Revebirîya serok Joe Biden e da ev Navberdayîna şer wek gavên pêşîn yên girîng bi nav kir.

Wî da zanîn ku navberdayîn wê bihêle ku Filîstînî ji ser du korîdorên mirovahî ji bakurê Gaza derbikevin.

"Îsraîlîyan ji me re got ku di heyama navberdayînê de ewê li van hereman operasyonên leşkerî nekin û ev peyvajo ji îro pêve destpê dike.”

Kirby herwiha ragihand ku navberdayîn wê di çend-saetêna pêş de bi fermi were dîyar kirin.

Wî herwiha dîyar kir ku biryara navberdayînê bi saya gotûbêjên navbera karbidestên Amerîkî û Îsraîlî de, di rojên dawî de çêbûye û Serok Joe Biden bi Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu re peyîvîye.

Bi alîyekî din ve, Wezareta Saxlemîyê ya Filîstînê îro ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vir ve hejmara Filîstîniyên ku li Gaza ji hêla hêzên Îsraîlî ve hatine kuştin giheştîye 10 hezar û 818 kesan.

Wezaretê di nûvekirina xwe ya rojane de îro dîyar kir ku di nava kuştîyên li Gaza 4,412 zarok û 2,198 jin hene.

Wezaretê ragihand ku herwiha heya li Gaza 26 hezar û 905 Filistînî jî birîndar bûne.
Wezareta li Gaza da zanîn ku do û îro jî 15 Filîstînî ji alîyê hêzên Îsraîlê ve di êrîşeke ser bajarê Cenîn û kampa penaberan û li heremên din yên li Kenara Rojava hatin kuştin û herî kêm 20 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor pêzanînên wezaretê, ji êrîşa 7'ê Cotmehê ya Hamasê dijî Îsraîlê vir ve, li Kenara Rojava herî kêm 178 Filîstînî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew li Jenînê operasyonên dijî terorê pêk tînin, lê agahîyên zêdetir eşkere nekir.

Artêşa Îsraîlê herwiha dide zanîn ku li heremên Kenara Rojava zêdetirî 1,000 Filistînî hatine girtin, bi tawanbarîya ku ew girêdayî Hamasê ne.