Kirby: Washington Hember Êrîşeke Îranê Wê Berevanîya Îsraîlê Bike

Berdevkê Civata Ewlekarîya Netewî ya Qesira Sipî John Kirby îro Sêşemê got ku Amerîka pêgir e ku hember êrîşeke Îranê berevanîya Îsraîlê bike.

Kirby ji Kanala 12 ya Îsraîlî re got ku dijwar e ku meriv pêşbînîya îhtîmala êrîşekê bike, lê Qesira Sipî bi cidî nêzîkî gefên Îranê dibe.

"Em di wê bawerîyê de ne ku Îranî hîn jî bi biryar in û amade ne ku êrîşekê pêk bînin û ew wê yekê dixwazin. Loma em bi hêzeke wargî mezin li herêmê ne."

Kirby bi bîr xist ku peyama wan ya ji Îranê re tim zelal e û wê zelal be ku divê Tehran girjîyê kûrtir neke.

“Jibo destpêkirina şerekî, ku dikare li herêmê berfireh be, ti sedem tuneye. Û ger tiştekî wiha biqewime, emê amade bin ku Îsraîlê biparêzin,” Kirby got.