Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu bi Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag re kom bû.
Civîna her du Serokan li Navenda Giştî ya Partîya Zaferê li dar ket.
Kiliçdaroglu piştî civînê dîyar kir ku wî ji Ozdag re behsa fikrên sîyasî yên rêberên Hevpeymanîya Netew kiriye.
Wî got ku danûstandinan wan xweş û kêrhatî bûye.
Ozdag jî dîyar kir ku hin pirsên wan hebûne û wan ew pirs kirine û ewê li gor bersîvan nirxandinê bikin.
Partîya Zaferê li Tirkîyê bi gotinên xwe yên neteweperest û dijî koçberan tê naskirin.
Wê partîyê di hilbijartinên serokomarîyê de piştgirî dabû berbijarê Hevpeymanîya Ata, Sînan Ogan ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de 5,17 ji sedê dengan sitandibû.
Gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê di 28’ê Gulanê de ye û pisporên sîyasetê dibêjin ku sekna sîyasî ya Ogan wê encama hilbijartinê dîyar bike.
Jêder: Twitter, Ajansa Anadolu