Kiliçdaroglu: Emê Demokrasîyê Bînin Tirkîyê

Berbijarê serokomarî yê Hevpeymanîya Netew û Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li Çanakkale mîtîngek li dar xist.

Kiliçdaroglu di axaftina xwe de dîyar kir ku ewê demokrasîyê bînin Tirkîyê.

‘’Emê bi awayekî rast demokrasîyê bînin vî welatî, wê zarok birçî nekevin nivînan, bi rastî jî emê îş û aş bînin.’’

Kiliçdaroglu got ku kêşeya mezinan ya ciwanan bertîl e û ew soz dide ku sîstema lîyaqatê bînin.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Bajarvanê Enqerê Mansur Yavaş jî di mîtîngê de axifîn.

Îmamoglu got ku ew roj bi roj ber bi rojên baş ve diçin.

Yavaş jî dîyar ku desthilat kesên ku mîna wan nafikirin wek terorîst dibîne û ew êdî ji vê yekê pir aciz bûne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di ger Kiliçdaroglu wek serokomar were hilbijartin, Îmamoglu û Yavaş ji dikarin bibin cîgirên wî.

Jêder: Twitter, CHP