Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu îro bi Serokê Partîya Memleket û berbijarê serokomarî yê serbixwe Muharrem Înce re civîya.
Hevdîtin li Enqerê, li navenda giştî ya Partîya Memleketê pêk hat û bi qasî saetek kişand.
Kiliçdaroglu, piştî hevdîtinê ji nûçegîhanan re got ku wan di serî de rewşa herêma erdhejê, jimareke mijar gotûbêj kirin.
“Em hewil didin ku sifreya Xelîl Îbrahîm berfirehtir bikin. Anîna pirsgirêkan ya ser maseyê û peydakirina çareserîyan erka min û ya birêz Înce ye,” Kiliçdaroglu got.
Înce jî got ku divê hevpeymanîyên sîyasî ne li ser berjewendîyê, lê li ser prensîban be.
“Prensîbên me zelal in. Em Ataturk nadin nîqaş kirin û em ji terorê re bi mesafê ne. Emê ti car dest ji vê sekina xwe bernedin. Em dikarin li dora prensîban vê welatî rakin ser pêyan. Divê ev Erdogan here. Ev Erdogan westîyayîye û bi kîbîr e û bawerîya hiqûqê nake. Divê ew 5 jî vî welatî bi rêve nebe.”
Înce di demên dawîyê de rastî rexneyan tê ku çima namzetîya xwe didomîne û jibo piştgirîya Kiliçdaroglu nake.