Kiliçdaroglu û Îmamoglu Wê Careke Din Kom Bibin

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dê roja Çarşemê kom bibin.

Kiliçdaroglu û Îmamoglu piştî hilbijartinan wê cara sisêyan bicivin.

Îmamoglu piştî hilbijartinan dîyar kiribû divê di CHP’ê de hin guherîn çêbin.

Wî gotibû ku ew di hilbijartinan bi ser neketine û divê ew li gor vê rastîyê tevbigerin.

Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu jî îro got ku jibo guherînê çi ji dest wî were ewê bike.

Hêjayî gotinê ye piştî têkçûna hilbijartinan, di nav CHP’ê de dengên guherînxwaz gurtir bûne.

Jêder: Gazete Duvar