Kiliçdaroglu ji Esad re Nameya Sersaxîyê Şand

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jiber erdhejên navend li Mereşê ji Serokê Sûrîyê Beşar Esad re nameyeke sersaxîyê nivîsî.

Kiliçdaroglu di nameya xwe de dîyar kir ku erdheja mezin mîna Tirkîyê, bandor li Sûrîyê jî kiriye û ew xistiye êşeke giran.

‘’B qasî 15 roj in ez li herêma erdhejê digerim û hewil didim ku bibim derman bo miletê me. Ez dixwazim hun bizanibin ku em êşa welatê xwe û ya Sûrîyê di dilê xwe de hîs dikin’.’

Kiliçdaroglu got ew hêvî dike ku di siberojê ew li şûna kederan, hêvîyan ji hevdu re bibêjin.

Peywendîyên Enqere û Şamê ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê vir ve, ku di sala 2011’an de destpê kiribû, jiber sîyasetên dijber di asteke nizm de ne.

Di mehên borî de hin karbidestên payabilind yên Sûrîye û Tirkîyê kom bûbûn û destnîşan kiribûn ku serokomarên her du welatan dikarin di demên pêş de bicivin.

Jêder: CHP, Twitter