Kiliçdaroglu: Emê Erdogan û Makîneya Wê ya Propagandayê Têk Bibin

Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu piştî Partîya Baş (Îyî Partî) berbijarîya wî red kir, bi vîdyoyekê banga hevgirtinê kir.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku ew li ser sifreya xwe ya Xelîl Îbrahîmî dijî Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan têkoşînê dikin û ew naxwazin Erdoganîzm were.


‘’Armanca me avakirina Tirkîyeyeke nû û çeleng e. Bi gotinên wek 'bila ew li vê sifreya me rûnene, ev rûnene' em nikarin vî welatî topa ser hev bikin. Ew berpirsîya me ya dîrokî ye û emê li gor vê berpirsîyê tevbigerin."

Kiliçdaroglu dîyar kir ku ew dixwazin sifreya wan mezin bibe û ewê li ser sifreyê ziman û helwesta Erdoga tune be.

Kiliçdaroglu, ser helwesta Seroka Partîya Baş Meral Akşener, bê ku nav bide, got ku armanca wan li şûna rabûna ji sifreyê, bicîhkirina hemî rengan e.

Wî dîyar kir ku ew û hevalên wê wê nehêlin ku girjî çêbin û gur bibin û ewê Erdogan jî û makîneya wî ya propagandayê jî têk bibin.

Jêder: Twitter, Kemal Kiliçdaroglu