Kiliçdaroglu: Êdî Dema Guherînê Hatiye

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu îro Pêncşemê got ku li Tirkîyê êdî dema guherînê hatiye.

Kiliçdaroglu di mîtînga bajarê Balikesîrê got ku Tirkîye di serdemeke reşbîn de ye û jîyan biha bûye û ciwan jî êdî bê hêvî ne.

‘’Êdî dema guherînê hatiye. Pêdivîya me bi rihekî nû, bi hişmendîyeke nû heye. Li Tirkîyê di demên dawî de dubendî zêde bûye, lê divê ew hevdu re bibin yek. Desthilata niha di 21 salan de hemî tişt kirine ku ku dubendî zêde bibe."

Kiliçdaroglu dîyar kir ku ew dixwazin ku li Tirkîyê êdî aştî û aramî hebe û ewê jibo vê armancê bixebitin.

Tirkîye di 14’ê Gulanê de jibo hilbijartina parlamanter û serokomar diçe ser sindoqan.

Jibo serokomarîya Tirkîyê 4 berbijar hene û piranîya anketên dawî nîşan didin ku li hember desthilata Erdogan berbijarê herî xurt Kiliçdaroglu ye.

Jêder: CHP, Twitter