Kiliçdaroglu Dibêje Ewê Derîyên Dojehê Bigirin

Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu ji Twitterê got ku ewê derîyên dojehê bigirin.

Kiliçdaroglu ew gotin piştî lihevkirina bi Serokê Partîya Zaferê, Umît Ozdag re belav kir.

Berbijarê Hevpeymanîya Ata, Sînan Ogan ew slogana "emê derîyên dojehê bigirin" dixebitand, lê wî piştî gera yekê piştevanîya berbijarê Hevpeymanîya Gel, Recep Tayyîp Erdogan kiribû.

Ozdag, piştî biryara Ogan rexne kiribû û gotibû ku ew bi Ogan re jibo girtina derîyên dojehê bi rê ketiye û ewê bizavên xwe yên jibo girtina derîyên dojehê bidomînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Partîya Zafer bi gotinên xwe yên dijî penaberan û partîyên bi piştgirîya Kurdan tê zanîn û piştgirîya wê ya bo Kiliçdaroglu bûbû sedema acizbûna Kurdan û hin alîyên din.

Jêder: Twitter