Kiliçdaroglu: 5,3 Mîlyon Ciwan Wê Herin Ser Sindoqan û Demokrasîyê Bînin

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu got ku ciwan dê qedera Tirkîyê biguherînin.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku di 14’ê Gulanê de 5,3 mîlyon ciwan dê herin ser sindoqan û demokrasîyê bînin.

‘’Bawerîya me ya mezin gênc û jinên vî welatî ne. Jin û ciwan dê dîrokekê binivîsin’’ Kiliçdaroglu got.

Wî dîyar kir ku desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) dewlet kiriye dewleta partîye û walî û qeymeqam jibo wan dixebitin.

Serokê CHP’ê dîyar kir u dewlet û qeymeqam yên dewletê ne û nabe ku ew wek burokratên partîyekê tevbigerin.

Kiliçdaroglu ser ewlekarîya hilbijartinê jî dîyar kir ku ew jibo hemî sindoqan dixebitin û got ku ewê heta serê sibê li ber sindoqan bin.

Berbijarê Hevpeymanîya Netew dîyar kir ku ewê têkoşînê bikin û Tirkîyê ber bi rojên bi ronahî ve bibin.

Jêder: CHP