Li Kîevê jiber Topbarana Rûsî Qedexeya Derketina Kolanan Hat Ragihandin

Piştî topbarana Rûsî dîmeneke ji Kîevê ,15 Adar, 2022

Karbidestên Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku topbarana Rûsî ya dijî paytext Kîevê bênavber didome, ku herî kêm 2 kes hatine kuştin.

Artêşa Ukraynî da zanîn ku di topbarana îro de taxa Svyatoshynskyi ya rojavayê Kîevê ya niştecihbûnê hatiye armanc kirin, di avahîyek 15 qatî de şewatek mezin derketiye, herî kêm 2 kes hatine kuştin û gelek kes jî di hundir de asê mane.

Artêşê her wiha got ku berî danê sibê li navenda bajêr du teqînên mezin pêk hatine.

Bajarvanê Kîevê Vitali Klitschko bo 35 saetan derketina derve ragihand ku ji 8'ê êvarê destpê dike.

Vitali Klitschko ragihand ku îro demek dijwar û xeter e.

"Paytext dilê Ukrayna ye û ewê were parastin. Kîev, ya ku niha sembol û bingeha xebata siberoja azadî û ewlehîya Ewrupa ye, emê dest ji jê bernedin," Klitschko got.

Serokê herêma Kîevê Oleksiy Kuleba ji televîzyona Ukraynayî ragihand ku hêzên Rûsî bi şev êrîşên xwe li ser taxên Irpin, Hostomel û Bucha zêde kirine.

Fermandarîya giştî ya hêzên çekdar yên Ukrayna jî ser Facebookê dîyar kir ku hêzên Rûsî îro hewlên xwe yên bo girtina bendera girîng ya Mariupolê û topbarana ên ser navenda bajarê Kharkiv tund kirine.