Ukrayna Dibeje li Kîevê Herî Kêm 720 Sivîl Hatine Kuştin

Xebatên tespîtkirina sivîlên Ukraynî ku di dema dagirkirina hêzên Rûsî de hatine kuştin li Bucha ya Kîev, 13 Nîsan,2022

Wezareta Navxweyî ya Ukrayna îro Çarşemê dîyar kir ku li Bucha û taxên din yên paytext Kîevê, ku din dagirkerîya hêzên Rûsî bûn, pirtir ji 720 kes hatine kuştin û 200 kesên din jî hinda ne.

Bajarvanê Bucha, Anatoliy Fedoruk ragihand ku tenê li herema wî 403 term hatine dîtin.

Wî bal kişand ku hejmar dikane zêde bibe jiber ku xebatên paqijkirina mayînan hîn didomin.

Ofîsa dozgerê giştî ya Ukrayna do Sêşemê gotibû ku ku ew lêpirsîna ser bûyerên li devera Brovary jî berdewam dikin.

Karbidestên Ukraynî herwiha da zanîn ku hêzên Rûsî ji termên şeş sivîlên ku bi birînên çekan li jêrzemînekê li gundê Şevçenkove hatine dîtin, berpirs in.

Serokê Rûsya Vladimir Putin soz dabû ku êrîşa wan ya li Ukrayna heta ku bigeheje armancên xwe wê bidome.

Putin herwiha îdia kiribû ku êrîşa wan wek plankirî bi re ve diçe.