Artêşa Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku ew li başûrê welêt û rojhilat, li başûrê Bakmutê pêşve diçe.
Kîevê di serê meha borî de dest bi operasyonan kir û hewil dide hêzên Rûsî li paşve vekişîne.
Pêşveçûna artêşa Ukrayna li gor ya dihat çaverê kirin hîn hêditir e, lê ew dîyar dike ku ew dixwaze hindayîyên wê kêmtir bin.
Berdevkê artêşa Ukrayna Andriy Kovaliov dîyar kir ku hêzên wan li herêma Donetskê ber bi gundê Staromyorkske pêşve diçin.
Kovaliov got ku hêzên Rûsî berxwedaneke xurt nîşan didin û dîyar kir ku wan hin hêzên nû şandine herêmê.
Li gor ragihandina Kovaliov, hêzên Ukraynî li dora Bakhmutê jî, ku di meha Gulanê de ketibû destên hêzên Rûsî, ber bi gundê Andriivka ve operasyonan dimeşînin.
Karbidestekî payabilind yê Ukrayna do Duşemê got ku Kîevê bi piştgirîya hevbendên xwe yên Rojavayî li başûr pirtir ji 192 kîlometrekare (74.13 mîl kare) û li rojhilat jî pirtir ji 35 kîlometrekare axa ji destê hêzên Rûsî rizgar kiriye.
Piranîya axa ku Rûsya dagir kiriye di destê hêzên Rûsî de û Moskow pêşveçûna hêzên Ukraynî qebûl nake.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku ew nikare agahîyên ser herêma şer bi awayekî serbixwe piştrast bike.
Jêder: Reuters