Xizmên Kesên Hinda Vê Heftê bo Vedat Aydin Kom Bûn

Vedat Aydin Serokê Partiya Kedê ya Gelan (HEP) yê Amedê bû.Ew di sala 1990'ab de jiber ku di kongreya Komeleya Mafê Mirovan de bi Kurdî axivî hat girtin.

Di 5ê 1991'an de li mala xwe ji aliyê hin kesên ku gotine ww polêsin, bi hiceta ku îfadeya wî digirn, ji mala xwe, li ba hevjîna xwe dê desteserkirin.

Di 7ê Tîrmehê de li bin pirekî li ser rêya Elezîzê meytê wî hat dîtin.

Hat destnîşankirin ew bi işkenceyê hatiye kuştin. Di 10ê mehê debi dehan hezar kes çûn pêşbaziya meytê wî da ku bi girseyî ew defin bikin. Lê êrîşek çekdarî pêk hat li ser gel û herî kêm heşt kes hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn. Kujerên Vedat Aydin nehatin dîtin û girtin.

Cîgirê Serokê Komela Mafê Mirovan Racî Bîlîcî li ser kesayetî û rol û misyona Vedat Aydin axivî.

Endamê komisyona wundayan yê İHD evuqat Hasan Yalçin jî daxuyakirin Vedat Aydin jibo mafê mirovan, jibo bidestxistina azadiyê û demorasiyê tekoşinek mezin daye. Jiber vê tekoşinê jî bûye hedefa hêzên tarî yên di nav dewletê de.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

X. Farqin