Ukrayna li Kharkivê Dibistana Jêrzemînê Ava Dike

Bajarvanê Kharkivê Ihor Terekhov Kharkiv îro Sêşmê got ku ewê jibo xwendekaran dibistina jêrzemînê ava bikin.

Terekhov ji Telegramê dîyar kir ku bi dibistana jêrzemînê bi hezaran zarokên bajêr wê karibin bi awayekî ewle perwerdeya xwe bidomînin.

Bi dibistana li jêrzemînê, ku li Ukrayna xwendingeha yekê ya wî awayî ye, karbidest hewil didin ku zarokan ji êrîşên bombe û muşekên Rûsya biparêzin.

Jiber şer gelek dibistanên li herêma şer dersên onlayn didin.

Kharkivê jibo sala nû ya perwerdeyê li rawestgehên metroyan 60 pol vekirin ku li wan bi qasî 1000 zarok perwerde dibin.

Jêder: AFP