Xameneyî Banga Beşdarîyeke Mezintir li Gera Duyê ya Hilbijartinan Dike

Rêberê olî yê Îranê Alî Xameneyî îro Çarşemê got ku beşdarîya li gera yekê ya hilbijartinên serokomarîyê li gor rêjeya ew li bendê bûne kêm maye.

Wezareta Navxweyî ya Îranê da zanîn ku beşdarîya li hilbijartinê li dora 40 ji sedê ye û dîyar kir ku ew rêje ji şoreşa 1979’an vir ve rêjeya herî hindik e.

Xameneyî bang li Îranîyan kir ku roja Înê jibo gera duyê herin ser sindoqan.

‘’Em hêvî dikin ku gel bi awayekî geş beşdarîyê li gera duyê bike û em dixwazin ew jibo Komara Îslamê şerefek be.’’

Berbijarên roja Înê, Mesûd Pezeşkîyan yê nermrê û endamê berê yê Pasdarên Şoreşê Seîd Celîlî ye.

Serokê berê yê Îranê Îbrahîm Reîsî meha Gulanê di bûyereke ketina helîkopterê de canê xwe ji dest dabû û êdî biryar hate dayîn ku hilbijartinên pêşxwest jibo serokekî nû lidar dikevin.

Xameneyî dîyar kir ku jiber faktorên cihêreng rêjeya beşdarîyê hindik e û got ku ewên ku îdia dikin kesên naçin ser sindoqan dijî Komara Îslamî ne bi ti awayî rastîyê nabêjin.

Jêder: Reuters