Di Êrîşên Îsraîlê Yên Cuda de li Kerta Gaza 21 Kes Hatin Kuştin

Dîmenên Êrîşa Îsraîlê li Kampa Nuseyrat li Kerta Gaza

Karbidestên saxlemîyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên roja Pêncşemê de herî kêm 17 Filistînî li seranserî Kerta Gazayê hatin kuştin, dema ku hêzên Îsraîlê bombaranên li ser deverên navendî zêde kirine û pêşveçûna bi tankan li bakur û başûrê heremê kûrtir kirine.

Hat ragihandin ku 6 kes di du êrîşên esmanî yên cuda de, li ser malek û nêzî nexweşxaneya Kemal Edwan li Beyt Lehîye li bakurê Kerta Gazayê û 4 kesên din jî di êrîşeke Îsraîlê ya li dijî motorsîkletekê li Xan Yûnisê li başûr hatine kuştin.

Li Nuseyratê, ku yek ji heşt kampên penaberan li Kerta Gazayê ye, firokeyên Îsraîlê gelek êrîşên esmanî pêk anîn û avahiyek pir-qatî wêran kir, weke karbidestên saxlemîyêdibêjin li rêyên derveyî mizgeftan xistin, ku herî kêmî 7 kes di wan êrîşan de hatin kuştin.

Pizîşk dibêjin ku herî kêm 2 kes, jinek û zarokek, di topbarana tankên Îsraîlê de li deverên rojavayî yên Nuseyratê de, hatine kuştin ku hevdem di êrîşek esmanî ya ser malekê de jî pênc kesên din hatine kuştin.

Jêder:Reuters, AFP