Kerry û Lavrov li Vîyana Dicivin, Rojeva Wan Sûrîyê Ye

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Înê li Vîyana hevdîtinekê dikin ku tê gotin mijara serekî kêşeya Sûrîyê ye.

Hevdêtin di vê demê de tê ku Moskow berî du rojan Serokê Sûrî Beşar Esad mevan kiribû û bi êrîşên esmanî li Sûrîyê. bi awayekî aktîftir ket nav kêşeya wî welatî.

Jêderên ku di civînê de amade ne didine zanîn ku wezîrên derve yê Erebistana Saudî Adel al-Jubeir û yê Tirkîyê Feridun Sinirlioglu jî dû re tev li Kerry û Lavrov bibin û bi firehî rewşa Sûrîyê binirxînin.