Piştî ku Brîtanî di referandumê de biryara derketina ji Yekîtîya Ewrupa da, cara yekê karbidestekî bilind yê Amerîkî, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Duşemê serdana Bruksel û Londonê dike.
Jêderên Amerîkî dibêjin ku Kerry bo nîşandana piştgirîya Washingtonê ji Londonê re, di kelika dawî de biryara serdana Brîtanya kir û ew her wiha here Brukselê ku endamên din yên Yekîtîya Ewrupa di nav bloke de bimînin.
Kerry do Yekşemê gotibû ku ew bi biryara "Brexit" xemgîn e, lê Amerîka wê bi berdewamî bi Yekîtîya Ewrupa re bixebite.
Hevdîtinên Kerry li Brukselê di vê demê de tê, ku rêberên payabilind yên Almanya, Fransa û Îtalya bo nirxandina derketina Brîtanya ji yekîtîyê, têne ba hev.
Kerry îro herwiha diçe Londonê ku bi hevtayê xwe yê Brîtanî Philip Hammond û karbidestên din re hevdîtinan bike ku peywendîyên navbera her du alîyan gotûbêj bike.