Allawî Hişyar Dike ku Şerekî Navxweyî li Kerkûkê Derkeve

Cîgirê Serokomarê Îraqê Ayad Allawî îro Duşemê hişyarî da ku ger kêşeyên girêdayî referanduma meha borî nayên çareser kirin, şerekî navxweyî dikare li bajarê Kerkûkê derkeve.

Allawî ji ajansa Associated Press re got ku divê rêberê Kurd Mesûd Barzanî, hikûmeta navendî ya Îraqê û hêzên bi piştgirîya Îranê, gavên xwe kontrol bikin û pirsgirêkên ser Kerkûkê çareser bikin.

Serokê hêza Asaib el-Haq Qais Xazalî roja Yekşemê hişyarî dabû şoperên xwe ku Kurd plan dikin ku Kerkûkê texin nav dewleta serbixwe ku ew dixwazin damezrînin.

Allawî got ku ger Heşda Şaabî, ku Asaib el-Haq jî beşeke wê ye, têkeve hindurê Kerkûkê ewê zararê bigehîne hewlên yekgirtîhêlana Îraqê û rê li ber tundî û tûjî veke.

"Hikûmet îdia dike ku Heşda Şaabî di bin kontrola wê de ye. Ku rast be, divê wê kontrol bike û nehêle ku şerekî navxweyî derkeve. Û divê Barzanî û pêşmerge jî xwe kontrol bikin û bo kontrolkirina wan herêman gavên êrîşkar nevêjin.”

Kerkûk, tevî ku li dervayê tixubê Herêma Kurdistanê dinêne, di referanduma serxwebûnê ya 25'ê Îlonê de cîh girtibû û ew jî bûbû sedeme bertekên Ereb û Tirkmenan. Bajar ji sala 2014'an vir ve, dema hêzên ÎRaqî ji pêş DAIŞ'ê revîbûn, ji hêla Kurdan ve tê rêvebirin.