Îraq: Hêzên Ewlekarîyê Bê Şer Avahiyê Parêzgeha Kerkuk Kontrol Dikin

Çavkaniyên ewlekarîya Îraqê û welatiyên bajarê Kerkuk didin zanîn ku, hêzeke taybet ya Îraqê gihane avahiyê parêzgehê li navenda bajarê Kerkuk bê ku, hêzên kurdan yê li bajêr belav bûbûn liber xwe bidin.

Ajansa Reuters li gûr çavakinyên ji Kerkukê radigihîne ku, 12 otombîlên ji cûrê Hamphy yên girêdayî hêzên li dij terorê yên ku, Amerîka perwerda leşkerî dan wan, gihane avahiyê parêzgeha Kerkuk û bi alîkarîya polîsên bajêr li dewrûberên avahî belav bûne.

Hêzên taybet yên leşkerê Îraqê li bajêr di pêşdaçûnê de ne, yên ku, serê sibeya Duşemê kontrola bingeha esmanî kir bûn li nêzîk bajêrê Kerkuk û ji destên hêzên kurdî deranî bû.

Serokwezîrên Îraqê Haider Ebadî ferman daye hêzên Îraqê da ku alayê Îraqê li bajarê Kerkukê û hemû herêmên bi nakok bilind bikin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, hêzên ewlekarîya Îraqê roja Duşemê dest bi liv û tevgerê li Kerkuk û herêmên dewrûber kir bû, heta niha gelek zeviyên petrol û ciyên giring û hin taxên bajarê Kerkuk kontrol kirine.